.
Wêne: FREDRIK SANDBERG / TT

Meşa kurdên Swêdê bo piştgiriya Kurdistanê

2:57 min

Îro kurdên Swêdê seat heştê sibehê li Sergeltorget li navenda Stockholmê kombûne.

Ew dixwazin nerazîbûna xwe li ser gef û şerê li hember Kurdistanê û xelkê wê bigehînin raya giştî û siyasî ya swêdî.

Yek ji amadekarên vê xwenîşandanê, rojnamevan û çalakvanê siyasî Kurdo Baksî ji bo Radyoya Swêdê behsê armanca vê çalakiyê kir.

Herweha Kurdo Baksî diyar dike ku ew dê çend çalakiyên din jî bikin û ji wan amadekirina nameyeke protestoyê bo wezareta derve, sefareta Îraqê û Neteweyên Yekbûyî û cihine din.

Pitştî referanduma 25 meha neh ya li başûrê Kurdistanê hatibû kirin, gefên li hember Kurdistanê û biryrara xelkê wê ya serxwebûnê ji gelek aliyan zêdebûn. Bi taybetî di navbera Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de. Bi qedexekirina firîna balefiran ji û bo herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dest pê kir. Berê sibeha îro jî heşda şeibî êriş birin ser Dozxurmato û Kerkûkê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".