Sociala medier-experten Frida Boisen och filmproducenten Harvey Winstein
Frida Boisen û Harvey Weinstein

#MeToo, ez jî, li Swêdê jî deng veda

2:13 min

Skandala Harvey Weinstein roj bo rojê mezintir dibe. Niha bi navê hashtag #MeToo, ez jî, bi hezaran jin piştgiriya xwe berçav dikin û behsê serhatiyên xwe yên di warê heqaret pê kirin û destdirêjiyên seksî dikin.

Ev tevgera ku li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayî dest pê kiribû, berê wê kete hemî dunyayê û gehîşte Swêdê jî. Vê hemiyê bi tweeteka aktora jin Alyssa Milano dest pê kir. Wê daxwaz ji taqîbkarên xwe kir ku ew bersiva tweeta wê bi serhatiyên xwe bidin li gel hashtag #MeToo. Roejekê pişt re bi dehan hezar jinan bersiva wê da.

Heta li Swêdê jî meyldariya #MeToo zêde bû û hejmareke mezin ya jinan hem li ser Facebookê û hem jî li ser Tweeterê dan dû gaziya Milano. Gelek li Swêdê li ser Facebookê hevokekê kopî û belav dikin, ku dibêje: Eger hemî jinên ku heqaret yan destdirêjiyên seksî li wan hatine kirin wek status binivîsin ”MeToo” em weha dikarin meziniya problemê berçav bikin.

Rojnamevan, weşanger û şehrezaya medyayên civakî Frida Boisen dibêje niha bi milyonan dinivîsin "Ez jî", da ku diyar bikin ka ev problem çi qas mezin e. Li gor wê ev ne grêdayî aktorekê wek Harvey bi tenê ye, ev kulturek e, tê de zerer digehe gelek û gelek jinan û divê ev bihê guhortin.

Ew herweha bang li zilaman dike ku ew jî beşdarî vê hewê bin û cihana zilaman ya xweşik berçav bikin. Ew dixwaze ku hemî siyastmedar, hemiyên raya giştî durist dikin, hemî dêûbav, gotina xwe bêjin û pev re diyar bikin ku ev ne durist e û dest bi guhorandinê bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".