Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Hussein Malla
Wezîra derve ya Swêdê bi azadkirina Reqa keyfxweş e
1:03 min

Wezîra derve ya Swêdê Margot Walström bi azadkirina Reqa keyfxweş e û dibêje ku dê çi dewletên xelîfa çê nebin.

Margot Walström ev ji TT re got û diyar kir ku ev nahê wê manayê ku bi vê re şerê li dijî terorîzmê bi dawî hat. Niha pir giring e em xwe ji bo stabîlkirina Îraq û Sûriyê amade bikin. Ew teikîdê li ser wê dike ku divê xebata li dijî terorîzmê berdewam be. Bi dîtina Walström ev ne niqteya dawiyê ye, her çi qas ev gaveke dilxweşker be jî.

Li gor axiftina peyivdarê hêzên koalîsyonê bo ajansa Reuters şivêdî bergiriya daişê ya dawiyê hat şikandin û îro ew bajarê, ku paytexta daişê bû li Sûriyê, hat azad kirin.

25 000 şervanên hêzên Sûriya demokrat, ku YPG jî di nav de ye, di êrişa bo ser Reqayê de beşdar bûn. Vê êrişê berî salekê dest pê kir û di egerê de piraniya xelkê bajarî jê reviyan. Li gor nûçegihanê Ekot Zana Schiroyi mirov ji wan wêneyên hatine nîşandan diyar dibe ku yek xaniyê saxlem jî li Reqayê nemaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".