.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Deriyê avahiyê polîsî li Helsingborg hat peqandin

1:10 min

Doh, seat 00.20 deriyê hatine nav avahiyê polîsî li Helsingborg hat peqandin û gelek ziyan bi xanî keftin.

Çi birîndar û kuştî nînin, lê ji ber hêza peqînê pencereyên avahiyên li hember bingehê polîsan şkestin. Teknîkerên tawan û bombeyan hatin bang kirin ji bo ku lêkolînê li ser egerên wê peqînê bikin.

Li gor komisyarê tawanan Gunnar Appelgren peqanidna deriyê derv yê bingehê polîsan dikare nîşan be li ser xeyidîn û bêhêvîbûna tawankaran piştî givaşa polîsan li ser wan û xwestine tolê bistînin.

Li gor komisyarê tawanan Gunnar Appelgren peqanidna deriyê derv yê bingehê polîsan dikare nîşan be li ser xeyidîn û bêhêvîbûna tawankaran piştî givaşa polîsan li ser wan û xwestine tolê bistînin.

Wezîrê dadê Morgan Johansson (S) ji TT re dibêje:

- Ev kiryara peqînê li Helsingborg êriş e bo ser sîstema edaletê. Nabe civak ji ber destdirêjkariyên tawankaran paşekişiyê bike. Niha pir giring e ew kesên bi vê kiryarê rabûne bihên girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".