Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Alik Keplicz

Piştgiriya ji bo Yekîtiya Ewropayê zêde dibe

2:10 min

Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) li Ewropa di zêdebûnê de ye, lê ferqiya wê ji welatekî bo yê din heye. Ev di lêkolîneke nû de derbarê dîtina raya giştî li ser YE hatiye, ku îro belav dibe.

Ev rapor nîşan dide ku ewropî bêtir bi çavekê pozîtîv li Yekîtiya Ewropayê temaşa dikin. Sedî 57 endambûna di YE de bi erênîn dibînin. Ev ji encamên vê lêkolînê ye, ya ku li ser daxwaza parlemana Yekîtiya Ewropayê hatiye kirin. Gelek pirsiyarên cor bi cor ji 28 000 ewropiyan ji 28 welatan hatine kirin.

Ji hemiyan erênîtir irlandî, maltayî û letî ne ku ji dehan neh li hember endambûna di Yekîtiya Ewropayê de pozîtîv in. Yên bêtir rexneya wan heye îtalî ne ku kêmtir ji sedî çil ne di wê bawerê de ne ku feydeya wan di endambûna Yekîtiya Ewropayê de hebû.

Ya balê dikêşe ew e ku yên pozîtîv li welatên dewlemend yên bakûrê Ewropayê bêtir in ji yên li welatên başûrê Ewropayê.

Sedî 62 ji swêdiyan endambûna Swêdê di Yekîtiya Ewropayê de bi pozîtîvî dinirxîn û ev di bin pîvana navencî de ye ku sedî 64. Ev erêniya swêdiyan ji wê dihê ku ew endambûna di YE wek rêxweşker li ber hevkariya di navbera dewletên Ewropayê de û ewlehiyeke baştir dibînin.

Lê hîn, bes ji sêyan yek ji ewropiyan di wê bawerê de ne ku Yekîtiya Ewropa di pêşveçûna xwe de li ser rêya rast e. Kesên xwedî xwendinên bilind, xwedî dahatên bilind û yên li bajaran dijîn bêtir pozîtîv in.

Ji vê lêkolînê diyar dibe ku sedî 70 ji swêdiyan dixwazin, di hilbijartinên Yekîtiya Ewropayê de, di sala 2019 de beşdar bibin. Di hilbijartinên derbasbûyî yên sala 2014 de bes sedî 45 beşdar bûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".