.
Wêne: Magnus Hjalmarson Neideman / SvD / TT

Hikûmet mana hêza xwe li herêma Kurdistanê gotûbêj dike

0:59 min

Hikûmeta Swêdê partiyên hevbendiyê û partiya çep vexwendine civînekê ji bo gotûbêjkirina mana hêzên leşkerê swêdî li Îraqê û herêma Kurdistanê. Li gor ajansa TT ev civîn roja pêncşemê li wezareta derve tê kirin.

Biryar bû hikûmet hefteya li pêşiya me pêşniyaza biryarekê derbarê dirêjkirina demê mana hêzên xwe li Îraqê pêşkêşî parlemanê bike. Lê ev bûyerên dawiyê li Îraqê û berhingarî hev bûna pêşmerge û hêzên îraqî, li şûna bi hev re li dijî daişê bin, şertên hebûna vê hêzê têxe ber gotûbêjan.

Hikûmet di vê civînê de dê nirxandina xwe bo rewşa niha û dîtina xwe li ser siberoja vê hêza swêdî berçav bike. Ew dê herweha guhdariya dîtin û pêşniyazên wan partiyan bike.

Ew hêza swêdî ji 70 kesan pêk tê û karê wê yê serekî temrînkirn e bi hêzên pêşmergeyan yên ku şerê daişê dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".