KRGs representant i Sverige Shoresh Kader Rahem
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qadir Rehim. Wêne: Kardoxi

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê dev ji karê xwe berda

0:40 min

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qadir Rehîm dev ji karê xwe berda.

Ev di agahdariya wî de hatiye, ya ku wî di Facebooka nûneriya Swêdê ya hikûmeta herêma Kurdistanê de belav kiriye.

Li gor wê agahdariya belav bûye wî ji ber bûyer û rewşa vê dawiyê ya li herêma Kurdistanê û Kerkûkê ev biryara xwe daye.

Di peywendiyeke Radyoya Swêdê de wî ew xeber pişt rast kir û diyar kir ku ew êdî kar û çalakiyên diplomasî bi rêve nabe. Ew dê heta  30.11.2017 berdewam be li ser karên birêvebirin û xizmetguzariyan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".