.
Wêne: Robert Nyholm/TT

Parlemana YE biryarên nû yên penaberiyê erê kirin

1:30 min

Parlemana Yekîtiya Ewropayê roja pêncşemê çend biryarên nû ji bo penaberiyê erê kirin. Di nav wan de belavkirina bi mecbûrî ya penaberan bi ser welatên Yekîtiya Ewropayê de.

Piraniyeke mezin ji grupên rastê heta çepê ev qebûl kiriye. Endama parlemana Ewropayê Cecilia Wikström bi danûstandinên li ser vê pêşniyazê rabûye û li gor wê:

- Hemî grup beşdarbûne, ji mezintirîn grupa kristdemokratên mihavezekar heta keskan û grupên çep û ev bi ya wê karekê dîrokî ye di vê parlemanê de.

Li gor vê pêşniyazê dê ew penaberên tên Ewropayê wek hev li ser welatên Yekîtiya Ewropayê de bihên par vekirin. Dê ji her welatekî re beşek bê dest nîşan kirin.

Di sala 2015 de, li Swêdê 163 000 kesan daxwaza penaberiyê kir. Li gor  Cecilia Wikström bi vê pêşniyaza wê dê li şûna wê hejmarê 40 000 daxawaza penaberiyê bikraya.

Ew welatên heta niha kêm penaber wergirtine dê qonaxeke sê salî jê re hebe. Ew jî wek delîve vekirin e li ber welatên rojhilatê Ewropayê.

Ji bo ku kar bi vê pêşniyazê bihê kirin divê konseya Yekîtiya Ewropayê wê qebûl bike. Cecilia Wikström bi hêvî ye û bi gotina wê gelek welat li pişt vê pêşniyazê ne û çi piraniyeke weha nîne di konseyê de ku bikare wê rabiwestîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".