.
Wêne: Regeringskansliet

Leşkerên swêdî li Kurdistanê dimînin

3:59 min

Hikûmeta Swêdê dê pêşniyaza xwe ya dirêjkirina demê mana hêza xwe ya serbazî li herêma Kurdistanê û Îraqê bibe parlemanê. Ev sekretera civata wezîran Annika Söder ji TT re eşkere kir.

Söder got:

- Em dê pêşniyaza berdewambûna hêza me ya temrînkirinê bibin parlemanê. Em bi rêya perwerdekirina pêşmerge û hêzên îraqî beşdarî şerê li dijî daişê dibin.

Annika Söder îro beşdarî civîneke hikûmeta Swêdê ya bi partiyên hevbendiyê û partiya çep re ya li ser vê mijarê bû. Wan di civînê de mana hêza serbazî ya swêdî li Îraqê û herêma Kurdistanê gotûbêj kir. Bi gotina wê ewlehiya hêzên Swêdê li cihê mana wan li Erbîlê heta niha baş e.

Söder ew jî zelal kir ku ji erkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî daişê ew e, ku piştî nemana daişê, berdewam be li ser perwerdekirina hêzên wê derê. Ji bo rêgirtinê li ber peydabûna çeqên nû ji daişê.

Keya Îzol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê vê pêşniyaza hikûmetê bi giring dibîne, hem ji bo ewlehiya herêma Kurdistanê û hem jî bo perwerdekirina pêşmergeyan.

Ew di wê bawerê de ye ku hebûna vê hêza serbazî ya swêdî ya perwerdeyê ji bo piştî daişê jî pêwîst e.

Bi dîtina berpirsiyarê komisyona bergiriyê li parlemanê Alan Wildmanî (L), madem ewlehiya hêza swêdî parastiye, mana wan li wê derê bi feyde ye. Ew çi sebeban nabîne ji bo rawestandina karê hêza swêdî li wê derê.

Peyivdara siyaseta derve ya Moderatan Karin Enström wê baş dibîne eger Swêd bikare di xebata li dijî daişê de berdewam be. Ew ewlehiya serbazên swêdî bi giring dibîne û naxwaze Swêd bibe alîgir di nakokiyên di navbera herêm û Îraqê de.

Herweha peyivdara siyaseta derve ya partiya navendê Kerstin Lundgren jî li gel mana hêza swêdî ye li herêma Kurdistanê, hindî ku hikûmeta îraqî wê bixwaze û ewlehiya serbazên wan parastî be.

Mikael Oscarsson ji Partiya Kristdemokratan dixwaze eger serbazên wan li wê derê bimînin, karê wan bibe parastina mesîhiyan û perwerdekirina polîsan li deşta Neynewa.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".