.
Wêne: Jessica Gow/TT

Perwerda ektremîsmê bo karmendan

2:46 min

Karmendên dewletê yên ku li malên ciwanan kar dikin, dê perwerdeyeke bêtir derbarê ektremîsma bişîdet wergirin.

Niha kar ji bo amadekirina malpereke perwerdeyê ya girêdayî vê mijarê tê kirin. Înyet jî ew e ku ev perwerde ji meha yek ya sala 2018 dest pê bike. Ev malper dê ji bo wan karmendên hikûmî be yên ku li malên ciwanan kar dikin.

Carna di wan malan de ciwanên ku bi mecbûrî li wir hatine bicih kirin hene û mebesta vê perwerdeyê jî ew e ka mirov dikare çi ji wan re bike.

Sari Römpötti ji birêveberiya înstîtuya dewletê (SiS) û berpirsiyara vê projeyê, vê zelaltir dike û diyar dike ku mirovî li malên ciwanan îmkanên mezin hene ku pê tasîrê li ciwanên li wê derê ne bike. Li gor wê:

- Ji ber ku wekî prensîp mirov bi şev û roj wan ciwanan dibîne, lewma îmkana wê heye ku mirov bigihîje wan, bala wan bikişîne û gavên pêşwext bi wan re bihavêje.

Ji lêkolînên hatibûn kirin diyarbûye ku di wan malan de ciwan hebûne ku meyla ektremîsma bi şîdet û eketremîsma îslamî ya şîdetê bi kar tîne li cem wan hebûye.

Hikûmetê wezîfeya pêşdebirina xebata li dijî ekstremîsma şîdetbar daye çenda saziyan. Ev proje yek ji xebatên wan e.

Perwerdeya navhatî dê ji karmendan re berçav bike ka nîşanên hebûna ektremîsma bişîdet li cem keskî çine û ka pêdivî ye karmend di wî haletî de çi bikin. Herweha ka mirov çawa dikare hevkariya bi îmam û qeşeyan re pêşde bibe.

Marie Jönsson ku cêgira berpirsiyarê înstîtuyê ye, behsa mala ciwanan li Tysslinge li derveyî Södertälje dike û bi dîtina wê xeteriya ektremîsmê heye û wan sosial li ser reftara çend ciwanan agahdar kirine.

Ew vê projeya perwerdeyê bi baş dibîne lê bi ya wê ev nayê wê manayê ku mirov ji bo guhorandina ciwanan dê bi wan rûne û behsa ektremîsmê bike.

Ew dibêje ku em dê bi gotina wê peyvê nikaribin wî kurî biguhorînin. Lê ya durist ew e ku em bikaribin bi hevahengiyê îhsasê bi wî re çê bikin ku em ya baş ji wî re dixwazin û bedîlekî li şuna wê ya wî hilbijartibû bidinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista