.
Wêne: EMMANUEL DUNAND

Ewrupa pereyê Turkiyê kêm dike

1:18 min

Di rûnştina îro ya serokên welatên Yekîtiya Ewrupayê (YE) de li Brukselê behsê Turkiyê û endambûna wê di YE de hat kirin.

Seroka elmanî Angela Merkel di konferanseke rojnamevanî de got ku rewşa mafê mirovan li Turkiyê nayê qebûl kirin.

Li gor ajansa TT, her çi qas biryar di wî warî de nehatine girtin, lê di rûniştinê de yekhelwîstiyek di nava wan serkirdeyan de derbarê Turkiyê hebû. Fikra ku di rewşeke weha de gotûbêjên endambûna Turkiyê di YE de nikarin berdewam bin, bi ser civînê de zal bû.

Çavkaniya TT ya ku nexwestî xwe eşkere bike, diyar dike ku mebest ji vî helwêstê serokên YE ne girtina derî ye li hember Turkiyê û diyalog dê berdewam be.

Herweha serokên welatên YE piştgiriya xwe da pêşniyazekê ji bo daxistina alîkariya endambûnê bo Turkiyê. Ew alîkarî dê di sala 2018 de 500 milyon euro bûya, lê ne diyar e ka ew dê çawa bikin û çend kêm bikin.

Danûstandinên li ser endambûna Turkiyê di YE de sala 2005 dest pê kiribû. Ew piştî derbeya havîna 2016 ya li dijî Erdoganî hatin rawestandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista