.
Wêne: Maja Suslin/TT

Kêmiya wergêran problem e

2:48 min

Wezîra lîse û zanyariyan Anna Ekström îro, di konferanseke rojnamevanî de, behsê arêşeya kêmiya wergêran û çareseriyan jê re kir.

Wê di konferansê çend çareserî ji bo kêmkirina bandora problema kêmiya wergêran di nav civakê de berçav kirin. Ji wan çareseriyan terxankirina bêtir pereyan ji bo berferehkirina xwendina di warê wergêriyê de li zanîngeh û xwendingehên nû yên pîşeyî û dezgehên wergêranê.

Herweha hikûmet dê di eynî wextî di daîreyên dewletê de wergêranê çalaktir bike û rê bide karmendên daîreyên dewletê yên ku zimanên din baş dizanin di wî warî de rola xwe bibînin.

Sedema vê koma çareseriyan bi gotina wezîrê ji ber ku kêmiya wergêranê bûye problem û bandora xwe xistiye ser civakê . çend ji problemên kêmiya wergêran bi gotina Ekström:

Xeteriya şaş têgîhştina kesên nû tên Swêdê û ew bibe egera standina biryarên şas derbarê wan. Yan ji bo kesekî pêwîstî bi sexbêriyê hebe nexweşiyeke şas bihê tesbît kirin. Her ji ber vê problemê carna zarok neçarin wergêriyê ji dêûbavan re bikin û xwendingeha xwe ji dest didin.

Ekström herweha dixwaze ku mirov lêkolînê bike ka pêwîstiyên civakê yên di warê wergêranê de çine, îmkanên di wî warî de heyî çine û mirov li pê wan pêşniyaz û çareyên domdirêj destnîşan bike.

Ev pakêta çareyên hikûmetê ji bo wê ye ku wergêr zêdetir bin û ew wergêrên heyî jî bi awayekê çalaktir bihên bi kar anîn.

Ali Labriz ku wergêr e di warê qanûnê de û herweha mamosteyê zanîngehê ye, di hevpeyivîneke beşê kurdî yê Radyoya Swêdê de pê re behsê problema kêmiya wergêran dike.

Ew diyar dike ku di van salên dawiyê de gelek penaber ji gelek welatan hatin Swêdê û wergêrên heyî têrê nekir. Daîreyan jî û ji ber pêwîstiyên xwe îstîfade ji her core wergêrekê kir, heta yên zanîna wan ya zimanî jî nebaş û bê tecrube bûn. Ev jî bû egera vê problema niha heyî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".