.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT

Djalali li Îranê hatiye dadgeh kirin

2:13 min

Ahmadreza Djalali ku lêkolîner bû li înstîtuya Karolisnka, parsal li Îranê hatibû girtin. Li gor agahdariyên belav bûne ew hatiye dadgeh kirin.

Hevjîna Ahmadreza ji Ekot re gotiye ku sizaya îdamê li derheqê wî hatiye dan. Lê heta niha çi daxuyaniyeke resmî ya Îranê di warê hukmê îdamê de  li ser Djalali derneketiye. Wezareta derve li ser astekê bilind bi vê pirsê ve mijûl e û li benda bersiveke resmî ya Îranê ye derbarê biryara dadgehê.

Wezîra derve Margot Walström şivêdî ji SVT re diyar kir ku wan peywendî kiriye û nerazîbûna xwe li dijî îdamê berçav kiriye. Ew dibêje ku ew nikarin helwîstî li ser tawanê bi xwe bigirin, lê Swêd wekî welatên din yê Yekîtiya Ewrupayê, bi dijwarî li dijî sizaya îdamê ye. Ew dê wê rexneyê bikin ku dê kartêkirina vê li ser peywendiyên li gel YE hebe û bi taybetî di wextekî de ku pêwîstiya YE û Îranê bi hevkariyê heye.

Said Mahmoudi ku profesorê mafên navneteweyî ye li zanîngeha Stockholmê ne pişt rast e ji biryara îdamkirina Djalali. Lê bi gotina wî li Îranê çend rojan piştî derketina biryara dadgehê ew tê eşkere kirin.

Ahmadreza Djalali hevwelatiyê Îranê ye û li Swêdê mafê îqama daîmî hebû û wekî lêkolîner li Înstîtuya Karolinska kar dikir. Ew parsal, di demê seredana xwe de li Îranê, bi tuhmeta casûsiyê hat girtin. Demek dirêj bû çi agahdarî derbarê wî nebûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".