Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Detta är sändningsledningen vid Sveriges Radio med ett viktigt meddelande till allmänheten i Sundsvalls kommun, Västernorrlands län. Det brinner i ett ställverk utanför Stockvik med kraftig rökutveckling. Räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland.
(Publicerat igår kl 23.44)
.
Wêne: Claudio Bresciani/TT

#MeToo xelkekê zêde kom kir

2:05 min

Kampanya #MeToo êdî ji înternetê û medyaya sosyal hat ser cadeyan û xwenîşandan li dijî destdirêjiyên seksî encam dan.

Xelk li gelek bajaran li cîhanê tevlî xwenîşandanên kampanya #MeToo bûn. Li gor polîsî di xwenîşandana Stockholmê de 1400 kes beşdar bûn.

Kampanya #MeToo ya ku di medyayên civakê de dest pê kiribû û bi milyonan kes tê de beşdarbûn, êdî xwenîşandan çê kirin. Duhî li Swêdê jî xwenîsanderan dengê xwe ji bo piştgiriya vê kampanyayê bilind kir.

Wezîra wekheviyê Åsa Regnér di xwenîşandana Stockholmê de beşdar bû û soz da ku ew di warê qanûnî de gavekê bihavêjin û qanûna razîbûna her du aliyan (Samtyckeslagen) derbêxin. Li gor wê qanûnê divê di haletên seksî de razîbûna her du aliyan hebe.

Wê got jî ku ew dê bi aliyên bazara karî re rûnin û li ser wê biaxivin ka ew çawa bikaribin rê li ber destdirêjiyên seksî li ciyên karî bigirin.

Åsa Regnér îro sibê bi telefonê ji programa yek ya radyoya Swêdê re diyar kir ku wezareta dadê dê pêşniyaza qanûnekê amade bike. Qanûn jî dikare heta havînê derbikeve. Bi dîtina wê dê ev qanûn bersiva gelek daxwazên kampanya MeToo bide.

Vê kampanya #MeToo rê da gelek jinan ku behsê serhatiyên xwe û destdirêjiyên seksî yên li wan hatine kirin bikin. Ev li hemî dunyayê belav bû û bû kampanyayek li dijî destdirêjiyên seksî yên zilaman bo ser jinan.

Heta wezîra derve ya Swêdê Margot Walström jî, di hefteya derbasbûyî de, piştgiriya xwe bo vê hewê diyar kir. Wê jî behsê wê kiribû ku di demê xwarineke êvarî ya Yekîtiya Ewrupayê de, siyasetmedarekê bilind destê xwe deyna ser rehnê wê. Ew dibêje ku wê destê wî ji ser rehnê xwe rakir û li cem serokê konseya Ewrupayê şikyat li wî kir.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".