.
Wêne: Pontus Lundahl/TT

Kongreya KD nîqab minaqeşe kir

1:58 min

Kongreya partiya Kristdemokratên swêdî (KD) doh bi dawî hat, qedexekirina burka û nîqabê li ciyên giştî ji wan babetan bûn yên hatibûn minaqeşe kirin.

Seroka partiyê Ebba Busch Thor ji beşdarên kongreyê xwest ku ew xebateke baş ji bo serkeftinê di hilbijartinên bihên yên parlemanê de bikin.

Kongreyê bal kêşa ser gelek pirsgirêkan, ji wan yên hiqûqî û di nav de pêşniyaza qedexekirina burka ya ku mirovî bi temamî dinuxumîne û nîqaba ku mirovî çav vedayî dihêle.

Birgitta Sacrédeus ku li gel pêşniyaza qedexekirina nîqabê bû got ku ew wekî jineke xebatê ji bo welatekê wekhev dike wê bi minasib nabîne ku nabe hinek jin çavên xwe nîşan bidin.

Andreas Carlsson ji birêvebriya Kristdemokratan ku dijî wê pêşniyazê bû, bi wê dîtinê ye ku rêya pêşdeçûnê gotûbêj û çareseriyên praktîk in, ne qexekirin in.

Di dawiyê de kongre gehîşt wê pêşniyazê ku xwedîkar bikarin ji wezîfedarên xwe bixwazin ku ew navçavên xwe diyar bikin.

Herweha di warê koçberiyê de kongreyê piştgiriya xwe da îqameyên demkî .

Di vê kongreyê de Ebba Busch Thor bredewam bû wek seroka Kirstdemokratan. Jakob Forssmed wekî cêgirê yekem û medyakarê berê û endamê parlemana Ewrupayê Lars Adaktusson wekî cêgirê duyê hatin hilbijartin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".