.
Wêne: Laressa Dickey

Hevwelatiyê swêdî li Turkiye tê dadgeh kirin

3:43 min

Vê hefteyê dê dadgehkrina hevwelatiyê Swêdê, şêwirmendê teknolojiya zanyariyan (IT), Ali Gharavi li Turkiyê bi tuhmeta hevkariya bi terorê re dest pê bike.

Di vê nûçeya TT de hatiye ku dozgerî ji bo wî û çend çalakvanên din yên mafên mirovan daxwaza sizaya heta 15 salên zîndankirinê kiriye. Ali Gharavi havîna îsal tevî grupeke çalakvanên mirovan li Turkiyê hat girtin.

Sekretera giştî ya Amnesty li Swêdê Anna Lindenfors ya ku dê di dadgehê de hazir bibe ji TT re dibêje:

- Em bi wê bawerê bûn ku çi doz li ser wan nahên vekirin û ew dê yekser bihên berdan. Lê em dibînin ev dawe hatiye siyasî kirin. Wan karekê tim normal pêxemetî mafên mirovan dikir.

Wezareta karûbarên derve ya Swêdê bi ciddî berê xwe dide tuhmetên dijî Gharavi û wan derbarê vê çendê, sefîrê Turkiyê gazî kir wezareta derve. Bi dîtina wezareta derve ya Swêdê Gharavi, ji bo beşdarbûnê di semînareke aştiyane de li ser mafên mirovan û azadiya înternetê li Turkiyê bû.

5 tîrmeha îsal grupeke çalakvanên mafên mirovan beşdar bûn di civînekê de li hotêlekê li grava Büyükada li başûrê rojhilatê Stenbolê. Ali Gharavi û kesekê elmanî ji bo perwerdekirina grupê di warê ewlehiya digital de li wê derê bûn.

Polîsan ji nişkan ve girt ser wan û ew hemî girtin. Seroka Amnesty ya Turkiyê Idil Eser jî di nav wan de bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".