.
Wêne: Tomas Oneborg / SvD / TT

Divê nûhatî ji xwe re xaniyan peyda bikin

2:30 min

Ji yekê meha adara 2016 û li gor qanûna bicihkirinê, hikûmetê şaredarî wezîfedar kiribûn ku ji bo demê du salan xaniyan ji bo 60 000 kesên nûhatine Swêdê peyda bikin.

Lê ji 1 adara 2018 wextê van peymanên du salî dest bi xilasbûnê dike. Pirsiyar ew e dê nûhatî li kî derê bicih bibin.

Li şaredariya Haninge ya ku ji aliyê sosyaldemokratan ve tê bi rêve birin, hîn jî mirov nizane ka dê yên nûhatî, piştî timambûna peymana wan ya bi şîrketa xaniyan re, li kî derê bên bicih kirin, eger ew ji xwe re xaniyan peyda nekin.

Li gor berpirsiyarê peydakirina xaniyan li şaredariya Haninge Jesper Schönberg, kêm şaredarî ji bo vê amade ne. Ew dibêje:

- Bi têgihîştina min ev problem ya hemî şaredariyan e. Niha wextê em nêzîktir dibin em dibînin ku kêm kes dikarin ji xwe re xaniyan peyda bikin. Pirî caran peywendiya vê bi malbatên xwedî zarok heye û mirov nikare wan hema ji nişkan ve ji xaniyan derbêxe.

Zehmet e yên nûhatî di wan xaniyan de bimînin, piştî ku peymana wan ya dusalî, ya bi şîrketa xaniyên ew tê de ne, timam dibe. Ji ber ku mana wan di xaniyan de, piştî xilasbûna peymanê, dê wan êciz bike yên ku di rêza xaniyan de ne û ji xwe re li benda xaniyekî ne.

Beşê şaredariya Nacka ya ku ji aliyê moderatan ve tê birêve birin, 1 000 nûhatî bûn. Birêvebera bazara karî li Nacka Frida Plym Forshell dibêje:

- Ya li ser şaredariyê ew bû ku ew ji wan re xaniyan bo demê du salan berdest bike. Piştî wan du salan êdî şaredarî nikare xaniyan jê re misoger bike. Bi gotina wê çi xaniyên din nîn ku ew biçinê. Herweha beşekê taybet yê xaniyan ji bo nûhatiyan nîne.

Abderisak Hussein li Nacka dimîne û ew yek ji wan kesan e yên bi vê zerermend dibe û dê xanî ji dest bide. Ew dibêje ku şaredarî ji wî dixwaze ew ji xwe re xaniyekî peyda bike. Herweha divê ew ji xwe re karekî jî peyda bike, lê ev nabe eger ew xaniyekî peyda neke.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".