.
Angela Gui & Minhai Gui Wêne: Anders Ahlgren/SvD/TT

Keça Gui Minhai nizane babê wê li kû ye

2:05 min

Li gor zanyariyên ku gehîştine wezareta karûbarên derve ya Swêdê, weşangerê swêdî Gui Minhai, yê ku ji 2015 li çînê desteser kirî bû, hatiye berdan.

Lê mirov nizane ka ew niha li kû derê ye. Ne wezareta derve û ne jî kesûkarên wî karîne peywendiyê pê bikin.

Keça wî Angela Gui berî hefteyekê bi vê çendê zaniye. Agahdariyên ku gehîştine wê ew bûn ku babê wê hatiye berdan. Lê bi gotina wê ne diyar e ka ew li kû ye û çi bi serê wî hatiye.

Bi dîtina Angela eger babê wê bi rastî azadkirî bûya dê wî peywendî bi wê bikira, lê ji ber ku wî telefona wê û çi kesê din nekiriye, ew ditirse ku ew dîsan hatibe girtin. Ew dibêje ku ew li benda telefoneke babê xwe Gui Minhai bi xwe ye, da ji wê piştrast bibe ku babê wê hatiye berdan.

Gui Minahi 17 oktobera 2015 ji xaniyê xwe yê tahtîlê li Pattaya li Thailandê winda bû. Di destpêka meha yek ya 2016 de televîzyoneke çînî ya dewletê CCTV Vidyoyek li ser wî nîşan da.

Gui Minahi di wê vidyoyê de got ku ew ji ber berpirsiyariya xwe ji bûyereke trafîkê vegeriyaye çînê. Her di eynî wextî de meqamên resmî yên çînî gotin ku Gui Minhai hatiye desteser kirin.

Gui Minhai li Hongkong  kitêbfiroşiyek hebû û tê de pirtûkên siyasî yên hessas derbarê birêveberiya çînî belav dikirin. Ew kitêbfiroşî hatiye girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".