Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: HENRIK MONTGOMERY

Şêwirmendiya heyî ji bo bêkaran xerab e

1:33 min

Lêkolîneke hikûmetê diyar dike ku daîreya karî (Arbestförmedlingen) neşiyaye baş alîkariya bêkaran, di warê perwerdeyê û peydakirina karan de bike.

Lêkolînera hikûmetê Cecilia Fahlberg ku di vê lêkolina li ser bazara karî de beşdar bûye, dibêje:

- Îro gelek kêmasî hene. Mebest ew e ku mirov bikare xwe amade bike ji bo ku hem bikeve nav jiyana karî û hem jî karê xwe ji dest nede. Herweha bikare vegere bo ser karî piştî bêkariyê.

Li gor vê lêkolîna hatiye kirin bazara karî zû tê guhortin, ev jî dibe egera mercên nû ji bo karkirinê û pêwîstiya xwenûkirinê di jiyana karî de. Ev grûpa ku ev lêkolîn li ser bazara karî kiriye dê pêşniyazên xwe îro pêşkêşî hikûmetê bike.

Yek ji pêşniyaran, ji bo çêtirkirina xebata daîreya karî, ew e ku dîreya karî û saziyên perwerdeyê bi hev re di platformeke dijîtal de beşdar bin. Ew platform bibe wek rêberekê ji bo tevaya jiyana karî, ji bo peydakirina perwerdeya minasib û karî.

Pêşniyareke din jî ew e ku daîreya karî planekê deyne bo çêtirkirina karê xwe yê şêwirdariyê. Herweha ev rapor wê jî dest nîşan dike ku divê daîreya karî û şaredarî li ser wezîfeya xwe ya di vî warî de zelatir bin û xwe ji dukariyê dûr bixin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".