.
کریستۆفەر دولنی، بەڕێوەبەری بزووتنەوەی (Nordisk alternativhöger) Wêne: Sören Andersson / SCANPIX kod: 1037

Rêxisteneke nû ji bo rastgirên swêdî

1:59 min

Tevgereke nû bi navê Alternatîva rastgir ya bakûrî (Nordisk alternativehöger) ji bo li hev civandina rastgirên swêdî hat damezrandin.

Serokê vê tevgera nû Christoffer Dulny dibêje ku Swêd ya swêdiyan e û dê her ya swêdiayn be. Û wê jî bi zelalî diyar dike ku mebesta wî ji swêdiyan, swêdiyên sipî ne.

Vê tevgerê bêtir bi rêya nivîs, tinaz û weşanên xwe yên poddê yên di înternetê de diweşîne, kariye ji xwe re gelek alîgiran peyda bike.

Ji lêkolîna ku beşê nûçeyan yê radyoya Swêdê Ekot li ser naveroka wan weşan, nivîsar û axiftinên wan çêkiriye, diyar dibe ku ew tevgereke, xebatê dike ji bo desthilata sipî û gelek giringiyê dide nijad û etnîkê. Ew her weha li gor vê lêkolînê di naveroka xwe de dijî cuhîyan û biyaniyan e.

Tevgera Alternatîva rastgir ya bakûrî hêzeke ekstremîst ya rastgir e. Ew ji tevgera rastgirên emerîkî Al-right derketiye. Al-raght di dema hilbijartinên dawiyê yên emerîkî de pir mezin bû. Bi dîtina gelek şehrezayan bandora wê di serkeftina Trumpî di hilbijartinan de hebû.

Ev tevger herweha hevkariyê bi rastgirên din yên swêdî yên wek Tvgera têkoşîna bakûrî (NMR) û Tevgerên desthilata sipî (Vit makt-rörelse) dike. Lêkolînerê medyayê Kristofer Holt bi wê bawerê ye ku ev tevger dixwaze bibe platformeke li hev civandina rêxistinên ekstremîst yên swêdî.

Li gor Holtî yek ji armancên duristkirina Tevgera Alternatîva rastgir ew e ku ew bibe platformek bo komkirina herî bêtir tevgerên ji wî rengî. Ev bi dîtina wî ne çi îdeolojî ye, lê tevgerek e, mirov dixwaze tê de, hemî yên ew bi mitefiqên xwe dizanin, kom bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".