Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
wêneya Ahmadreza Djalali
wêneya Ahmadreza Djalali. Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT
Guhdar bike
(1:20 min)

Sizaya îdamê derheqê Ahmadreza Djalali deketiye

Hat weşandin onsdag 25 oktober 2017 kl 14.35

Îranê ew xeber pişt rast kir ku lêkolînerê Enstîtûta Karolinska Ahmedreza Djalali bi hukmê îdamê hatiye siza dan.

Djalali parasal bi seredanekê çûbû Îranê û li wir bi tuhmeta ajaniyê ji bo Îsraîlê hatibû girtin. Ew her bi wê hat tawan bar kirin û hukmê îdamê li ser hat dan.

Kathleen McCaughey ku bispora mafên mirovan e li Amnesty bawerî bi sîstema dadê ya îranê nîne. Ew van tuhmetên dijî Djalali bê bingeh û nelirê dibîne.

Bi gotina Kathleen pêvajoya dadgehkirinê pirî kêmasî bû û çi belge ji bo tawanbarkirina wî nebûn.

Kathleen îşaretê dide wê ku hersal li Îranê gelek kes tên îdam kirin. Lê ew dibêje ku 20 roj li ber Ahmadreza Djalali hene bo ku ew îtîrazê li ser vî hukmê li ser wî hatiye dan bike.

Bi dîtina wê berî niha hinek hukmên îdamê ji aliyê dewletê ve hatine betal kirin û ew bi wê hêviyê ye ku yê Djalali jî bihê hilwesandin.

Ahmadreza Djalali ji sala 2009 li Swêdê bû û mafê îqameya daîmî li Swêdê hebû. Ew hevwelatiyê Îranê ye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".