.
Wêne: Johan Nilsson / TT
Daîreya koçê:

Hejmara penaxwazan li Swêdê kêm dibe

1:11 min

Li gor pêşbîniyên nû yên daîreya koçê ya Swêdê (Migrationsverket) dê hejmara kesên ku dê daxwaza penaberiyê, îsal û sala têt bikin, kêm bibe.

Ev pêşbînî diyar dike ku ev kêmbûn ji sala 2017 û 2018 digire, lê tê texmîn kirin ku di sala 2019 de hejmara kesên daxwaza penaberiyê bikin, bigihîje 30 000 kesan.

Bi dîtina daîreya koçê hejmara penaxwazên îsal dê dora 23.500 kesan be. Ev kêmtir e ji pêşbînya berî niha ya ji bo îsal hatibû kirin, ku 41 000 kes bû. Lê ev pêşbînî nîşan dide ku di sala 2018 de ew hejmar dibe 24 000 kes.

Ji bo salên 2019 heta 2021 tê texmîn kirin ku 30 000 kes heta 33 000 kesan her sal daxwaza penaberiyê li Swêdê bikin.

Li gor soza ku daîreya koçê dabû diviyabûya wê, îsal bersiva daxwaznameyêyn wan hemî zarokên bi tena serê xwe (ensamkommande barn) hatibûn Swêdê, dabûya. Lê ew eşkere dike ku dê bersiva dora 2 000 daxwaznameyan ji wan, bo sala 2018 bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".