.
Wêne: Vilhelm Stokstad/TT

Bi hezareha deyndar belasebeb ketine cem Kronofogdenê

2:01 min

Diyar dibe ku gelek ji wan yên ku nikaribûn deynê xwe yê xwendinên bidin û ji ber wê ketine nav qeydên daîreya îcaryê (Kronofogden), ew belasebeb kiriye.

Parsal dora 86 000 kesên ku nikaribûn deynên xwe yên xwendinên yên ku wan ji daîreya piştgiriya xwendinê (CSN) wergirtibûn bidin, ketine cem Kronofogdenê. 38 000 kes ji wan dikaribûn wê nekin. Ev jî bêtir ew kes in, yên xwedî kêmdahat. Wan mafê wê hebû ku ji ber dahatê xwe yê kêm, kêmtir teqsîdê bidin yan dana deynê xwe paş de bixin.

Lê zanyariyên gelek kesan ji wan derbarê îstîfadekirinê ji wî mafî nebû. ew weha û belasebeb li cem Kronofogden wek sûçdarên ku deynê xwe nedane, hatine qeyd kirin. Bi manayeke din deynên wan tehwîlî Kronofogdenê bûn.

Bi dîtina Maria Edström berpirsiyara buroya CSN ev tiştekê ne xweş e ku haya kêm kesan ji mafê xwe yê kêmdana deynî heye. Ew bi wê re ye ku divê CSN, ji bo danûstandineke çêtir bi deyndarên xwe re, li ser awayê xwe yê zanyarîdanê rabiweste û çetir lê bike.

Ji bo kêmkirina vê problemê CSN dest bi telefon û sms kirina gelek ji wan kesan kir yên ku deynên xwe nedane û di bin sih saliyê de ne. Wan ev berî tehwîlkirina deynê wan bo Kronofogdenê kir. Di encamê de bes deynên sedî 14 ji wan yên CSN peywendî pê kirî, tehwîlî Kronofogdenê bûn.

CSN niha dixwaze zanyariyan belav bike da rê nîşa wan bide yên ku zehmetiya deyndanê heye û jê re berçav bike ka ew çawa dikarin rê bigirin li ber tehwîlkirina deynê xwe bo Kronofogdenê.

Maria Edström daxwazê ji her kesê deyn li cem CSN heye û îmkana deyndanê nîne dike ku ew peywendiyê bi wan re deynin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".