.
Wêne: Christine Olsson/TT

Dan Eliassonî biryareke din ya awarte dabû

1:28 min

Beşê nûçeyan yê Radyoya Swêdê (Ekot) îro eşkere dike ku şefê polîsan Dan Eliassonî biryareke din jî berûvajî qaîdeyên parastina ewlekariyê daye.

Ev biryara duyê ya awarte ji bo wê bûye ku pêwîstiya polîsî di sala 2015 de, bi embarkirina kopiyan ji it-sîstemê hebû. Ev tê wê manayê ku Dan Eliassonî di buhara 2015 de du biryarên awarte, bê guhdana biryarnameyên wezareta bergiriyê dabûn.

Wextê Rayoya Swêdê 21 meha borî pirsiyar ji Dan Eliassonî kir ka wî çi biryareke din ya warte daye, wî di bersiva xwe de got:

- Na, hindî ku ez pê dizanim û nabe weha bê kirin. Eger weha hatibe kirin ew şasî ye.

Dan Eliassonî di meha çar ya 2015 de briyareke awarte û bê agahdariya wezareta bergiriyê da. Li gor wê biryarê polisî rê da şîrkete şexsî û bê bi kar anîna krîptekirnê bikeve nav sîstema polîsî ya miaşan.

13 vê mehê serodozger Anders Jakobssonî pêşlêkolîn li hember Eliassonî derbarê biryara wî ya yekê rawestand.

Radyoya Swêdê xwest hevpeyivînekê bi şefê polîsan re bike, lê ew ji bo dîdareke weha ne amade bû. Li gor Polîsê di wê it-sîstema ku dê bihata kopî kirin çi zanyariyên nihînî nehatine hinartin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".