.
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Rewşa jinên akademîk li ciyên karî xerabtir bûye

1:48 min

Di van salên dawiyê de jîngeha karî ya akademîkan xerab bûye, lê rewşa jinên akademîk ji ya mêran xerabtir e.

Mirovî hizir dikir ku jinên xwedî kar bêtir mandî dibin ji ber ku ew hem kar dikin û hem jî mal û zarok li benda wan in. Lê lêkolîna yekîtîta sendîkaya akademîkan Jusek diyar dike ku jinên akademîk yên bê zarok jî xwe li ciyên karî rehet nabînin.

Daniel Lind ku berpirsiyarê civakî siyasî ye li Jusek bi wê bawerê ye ku jin bi awayekê giştî li ciyên karî li hember mêran xwe bêtir zehmet didin. Ji ber ku ew hest bi wê dikin ku bêtir ji wan tê çaverê kirin.

Ew dibêje ku jin pirî caran li ciyê karî zextê li xwe dikin ji bo ku bigihîjin asta mêrên akademîk. Ev jî dibe egera stresê û probleman.

Yên xwe herî baş li ciyên karî his dikin mêrên akademîk yên bê zarok in. Mirov wê jî dibîne ku hindî mêr zêdetir li ser karên xwe dewam dikin, ew xwe rehettir dibînin, lê jin bi eynî îhsasa xwe dimînin.

Li gor vê lêkolînê yek ji çar jinên akademîk ji ber hizra wê ya li ser karî rastî zehmetiya nivistinê dibe. Herweha bêtirî sê ji dehan dibînin ku gelek ji taqeta wan ji bo karî diçe û ev jî bandoreke nebaş dixe ser jiyana wan.

Ev lêkolîn wê jî berçav dike ku di aliyê din yê jiyanê de jin pozetîvtir in. Jinan bêtir ji mêran helwêsteke erênî li hember jiyanê, tenduristiyê, jiyana civakî û ekonomiyê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".