.
Wêne: PONTUS LUNDAHL / TT

Erkek nû ji bo hêza swêdî li herêma Kurdistanê

1:08 min

Hikûmeta Swêdê, derbarê mana hêza swêdî ya serbazî li herêma Kurdistanê, pêşniyaza biryarekê pêşkêşî parlemanê kir.

Ajansa TT dininvîse ku hikûmet di vê pêşniyaza xwe de ji parlemanê daxwaza dirêjkirina mana hêza xwe ya serbazî li herêma Kurdistanê bo heta 31 meha duwazde ya sala 2018 dike. Dê mesrefa vê hêzê dora 152 milyon kronan be.

Dê hejmara serbazên vê hêzê herî zêde 70 kes be. Ew dê bi erkê xwe yê di nav koalîsyona navneteweyî de rabe. Ew jî perwerdekirina hêzên Îraqê û pêşmergeyên kurd e di şerê wan yê li dijî daişê de.

Erkekê din yê nû ku di vê pêşniyaza hikûmetê de ji bo vê hêzê hatiye dest nîşan kirin, ew e ku di wextê pêdivî de, ew beşdar be di çavdêrîkirin û parastina bingehên koalîsyonê de.

Pêşniyaz îşaretê dide rewşa nebaş ya ewlehiyê li Îraqê û xerabtirbûna peywendiyên di navbera hikûmeta Bexad û kurdan de. Ew gef û xeteriya heyî li ser hêza swêdî li wê derê berçav dike.

Herweha tê de hatiye ku hikûmeta Swêdê amade ye ji bo her guhartineke din yan vegerandina hêza xwe ji wê derê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".