.
Wêne: Maja Suslin/TT

Hêzên bergiriyê se zêde giran kirîne

1:28 min

Hêzên bergiriyê çend se kirîne û buhayê her seyekî 200 000 heta 250 00 kron in. Buhayê her seyekî ji wan berî çend hefteyan ji kirîna wan 20 000 kron bû.

Ji vekolîna Programa Kaliber tevî radyoya Danmark kirî diyar dibe ku delalekê sefirotinê ji Danmarkê se erzan ji Elmanya kirîne û ew giran firotine hêzên bergiriyê li Swêdê.

Hans-Werner Jahnke ku xwediyê seyekî ji wan e yên ku delalî kirîne û firotine hêzên bergiryê, pir ji vî buhayê giran heyirî ye. Bi dîtina wî divê tiştek li pişt vê çendê hebe. Yek ji wan seyan li gor wî seyê wî ye û wî ew bi 19 000 kronan firotibû wî delalî.

Wî froşyarê seyan yê danmarkî bi serê xwe kêm 20 se firotine hêzên bergiriyê û buhayê hemiyan li ser hev dora 3,8 milyon kronên swêdî ye.

Ev se ji bo xwedîkirin û jê zêdekirina seyên baş e, yên ji wî coreyê ku hêzên bergiriyê pêwîstî pê heye. Hêzên bergiriyê di navebra salên 2006 û 2016 de dêlik bi milyonên kronan ji Ewrupayê kirîne. Mebest jê ew e ku ji wan seyan, ew seyên pêwîstiya Polîsî û leşkerî pê heye bibin.

Bi dîtina Pierre Wahlström ji hêzên bergiriyê, ku roleke wî ya serekî di vî bazarê kirîna seyan de hebû,  êdî niha çi qîmeta wê nîne mirov li ser buhayê seyan yê hîngê biaxive. Li gor wî ya giring ew e wan ew se bi goreyî budceya xwe kirîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".