.
Wêne: Johan Nilsson/TT

Polîs rastî şîdetê dibe

2:02 min

Şeva înî li ser şembiyê êriş bo ser mala polîsekî li Västerås hat kirin û bêtir ji 20 gulleyan bi ser de hatin berdan, lê ziyan bi çi kesî nekeft.

Di dawiya hefteya derbasbûyî de çend destdirêjî bo ser hinek bingehên polîsî li seranserî Swêdê hatin kirin. Herweha berî çend hefteyan bombeyek li deriyê avahiyê polîsî li Helsingborg peqî.

Çi lêkolînek wê diyar nake ku êrişên hemberî polîsan di zêdebûnê de ne, lê bi dîtina tawannas Sven Granath meyla şîdetê di zêdebûnê de ye.

Bi dîtina wî berî deh salan tawankaran şaneyên xwe li herêman hebûn. Piştî ku erdê xebata wan ji destên wan hatiye derxistin, ew îca êrişê dikin ser polîs û daîreyan û herweha karmendan. Ew dibêje ev delîl e li ser hebûna çekekê zêde li ber destên tawankaran.

Sven Granath bi wê dîtinê ye ku armanca van tawankaran ji van kiryaran tirsandin e û dixwazin xwe wek xwedî desthilat berçav bikin û diyar bikin ku ew in biryarê didin.

Li gor wî qanûneke şidyayîtir ya çekî dikare amrazek be ji bo rêgirtinê li ber belavbûna tîcareta çekî û çekê nelegal û kêmkirina şîdeta bi wî çekî tê kirin.

Di daxuyaniyeke sendîkaya polîsan ya 29 meha şeş ya îsal de diyar dibe ku heft ji deh polîsan hest bi wê dikin ku gef û şîdeta li hember wan di zêdebûnê de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".