Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Johan Nilsson/TT
Guhdar bike
1:05 min

Dadgeha îstinafê cezaya karmendên SVT erê kir

Hat weşandin måndag 30 oktober 2017 kl 14.23

Dadgeha îstinafê (pêdeçûnê) îro biryara dadgeha destpêkê derheqê Fredrik Önnevall û herdu karmendên din yên Televîzyona Swêdê SVT erê kir.

Ew li ser tuhmeta qeçaxiya mirovan ya dereceya normal hatin sizadan. Sizaya wan jî 75 saetên xizmeta civakî ye li gel hukmê mercdar. Mercdar jî tê wê manayê eger ew wê kiryara xwe dubare bikin, dê wê demê sizaya derheqê wan girantir be.

Björn Benschöld parêzerê Fredrikî ji Ekot re dibêje ew dê li dadgeha bilind daxwaza pêdeçûnê li ser vê biryara dadgehê bikin.

Fredrik Önnevall û herdu hevkarên wî berî niha ji aliyê dadgeha destpêkê ve li Malmö, bi qeçaxî derbaskirina kesekî bo nava Swêdê, hatin tuhmetbar kirin. Dadgehê sizaya bimerc tvî xizmetkirina civakî derheqê wan dabû.

Rojnamevan Fredrik Önnevall di sefera çêkirina zincîre programa xwe Fosterland di sala 2014 de, tevî  hevkarên xwe, alîkariya kurekê 15-salî yê sûrî kiribû ku xwe ji Yûnanê bigehîne nava Swêdê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".