.
Wêne: Adam Wrafter/SvD/TT

Xwendingeh midûrên giran digirin

1:17 min

Peydakirina midûran ji xwendingehên şaredariyan re roj bo roj zehmettir dibe.

Wek mînak li Nynäshamn gelek caran xwendingeh mecbûr bûne ji şîrketên sîmsariyê (bemanningsföretag), yên kirêdana karmendan, midûran peyda bikin. Miaşên van jî gelek girantir e ji midûrên şaredariyan bi xwe.

Ji raporeke sendîkaya mamsoteyan diyar dibe ku di hundirê deh salên hatî de dê dora çar ji deh midûrên xwendingehan teqawid bin. Yanî dora sedî pêncî, bêtir jî li wîlayetên Västernorrland, Gotland, Jämtland û Stockholmê.

Ev kêmaniya midûran ji bo xwendingehên şaredariyan her niha ser hildaye. Vê jî weha kiriye ku hinek xwendingeh û ji wan li Nynäshamn sê midûran bi rêya şîrketeke sîmsariyê peyda bikin. Miaşê her yekî ji van jî 10 000 heta 15 000 kronan bêtir e ji yên şaredariyê bi xwe.

 Bi gotina Anna Eriksson midûra demkî ya xwendingehê ev guhorîna berdewam ya mudûran dê kartêkirina xwe li ser xebata xwendingehan hebe. Ew di wê bawerê de ye ku ev problem dê li gel wextî berferehtir be.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".