Bild på polisman med elchocksvapen.
Wêne: Henrika Åkerman/Sveriges Radio

Polîs li ser çekê elektrîk tê perwerde kirin

1:26 min

Bi sedan polîs dê vê payîzê, li ser bikaranîna çekê elektrîk yê şokekirinê (elchockvapen,) bihên perwerde kirin.

Ev çek dê ji destpêka sala 2018, ji aliyê polîsê swêdî ve bihê ceribandin. Patrik Munter, yê ku polîs li Vällingby perwerde kirine, di wê bawerê de ye ku dê bandora bikaranîna vî çekî mezin be:

- Ev derfetê dide me ku em zû û ji dûr ve hereket bikin.

650 polîs li vê payîzê xwe li ser bikaranîna vî coreyê çekî perwerde dikin. Ev çekê elektrîk dê di demê du salên li pêşiya me de bihê ceribandin. Di vê ceribandinê de dê 70 çekên ji wî rengî li pênc herêmên polîsan yên cor bi cor bihên ceribandin.

Ev çek di demê bikaranînê de du tîran dihavêje. Ew tîr di laşî de asê dibin û pêleke wek ya girtina kehrebê veduguhêzin nav laşî ku mirov pê xav dibe û dikeve.

Berpirsiyarê vî projeyî Per Värdig dibêje ku birînên herî mezin di egera ketinê de çê dibin. Ew herweha diyar dike ku di vê perwerdeyê de polîs hînî wê dibe ka ew kengî û di çi haletê de çekê elektrîk yê şokekirinê bi kar bîne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".