.
1 av 2
Wêne: Vilhelm Stokstad/TT
.
2 av 2
Wêne: Vilhelm Stokstad/TT

Ne mêranî ye mêr dest bavêjin jinan

1:28 min

Serokwezîr Stefan Löfven û serokê Moderatan Ulf Kristersson şivêdî di mêzgerdeke dualî de li ser çend babetan axaftin û ji wan li ser #metoo û tawanbarkirinên derbarê heqaretên seksî.

Löfven di suhbeta xwe ya di TV4 de bal kêşa ser wê ku her çi qas em gelek pêşde çûne di hevberkirinê de li gel welatên din, lê em dibînin ku me civakek têr wekhev nîne. Wî daxwaz kir ku hemî ji bo eynî wekheviyê, ji bo mêr û jinan bixebitin.

Ulf Kristerssonî behsa wê kir ku neh ji deh gilînameyên di warê destdirêjiyên cinsî de ji aliyê polîsî ve li ser nayê sekinîn û bi gotina wî ev erkekê hevbeş e ku di warê qanûnî de bihê çareser kirin. Kristerssonî herweha got ku divê em bab bi lawikên xwe re li ser wê bipeyivin ka çi rast e û çi şaş e.

Serokwezîr jî di vê gotûbêjê de li gel Kristerssonî, di wê de ku di qanûndeynanê de şidyayîtir bin, hevpar bû. Löfvenî îşaret da qanûna nû ya razîbûna herdu aliyan (samtyckeslag) di warê tuhmetbarkirinên cinsî de ya ku dê derbikeve. Stefan Löfvenî got ku ew ne mêranî ye mêr dest pavêjin jinan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".