Wêneyê polîsan û otomobîla wan.
Wêne: Thomas Johansson/TT

Polîsan miaşên çêtir divên

1:22 min

Eger miaş bên zêde kirin dê gelek polîs di karê xwe de berdewam bin. Ev ji encama anketeke jêpirsînê diyar dibe, ku sendîkaya polîsan kiriye.

Pirsiyar bi rêya vê anketê ji 2 100 polîsan hatiye kirin ka çi dikare weha bike ku ew dev ji karê xwe bernedin. Sedî 64 ji wan di besiva xwe de zêdekirina miaşan wek çare dibînin.

Jon Metz ku polîs e li Haninge û Nynäshamn ji Ekot re dibêje ew wek polîs gelek li ser miaşên xwe yên kêm dipeyivin û jê nerazîn e.

Miaşê destpêkê yê polîsan 25 000 kron in. Ji pênca yek ji yên pirsiyar jê hatiye kirin dibêjin ku miaşê wan 27 000 kron yan kêmtir e.

Lena Nitz seroka senndîkaya polîsan diyar dike ku miaşê kêm weha dike ku polîs, ji bo miaşekê çêtir, berê xwe bide karekê din.

Di salên 2011 heta 2013 de 174 polîsan berî jiyê xwe yê teqawidiyê dev ji karê xwe berda. Ev hejmar di sala 2015 bû 275 û parsal 409 polîsan dev ji karê xwe berda.

Bi dîtina Lena Nitz mirov ji ber miaşên nebaş û rewşa karê polîsan ya giran dev ji karê xwe yê hez jê kirî ber dide.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".