.
Wêne: Marcus Ericsson/TT

Lêkolîn hatiye kirin derbarê rewşa penaberên bê çarenûs

1:37 min

Îro lêkolîner Anna Lundberg pêşniyazên xwe yên di warê rêkarên qanûnî de derbarê rewşa penaxwazên bê çarenûs pêşkêşî hikûmetê kir.

Penaxwaz hene ku daxwaznameya wan ya mafê penaberiyê li Swêdê hatiye red kirin, lê mirov nikare wan dersînor bike. Ji ber ku çi welat wan qebûl nakin.

Sebebên wê ku Swêd nikare wan dersînor bike dikare ew be ku ew bê welat in. Yan zehmet e pênasname û hevwelatîbûna wan li wî welatê ew jê hatine bihê tesbît kirin.

Carna heta eger ew kes bi xwe jî bixwazin vegerin wî welatê ew jê hatine, asteng li ber vegera wan çê dibin. Wê çaxê ew dikarin bi salan li Swêda ku nabe ew lê bimîn, bê kaxez û bê îqame bin.

Li gor ajansa nûçeyan TT Anna Lundberg ji aliyê hikûmetê ve ji bo lêkolînkirinê li ser vê rewşê û îmkana îqamedanê bi van kesan, hatiye wezîfedar kirin.

Ew di vê lêkolîna xwe de pêşniyaz dike ku îqameyê bidin wan kesan, yên dersînorkirina wan nabe. Ew jî bi mercekî be ku wan kesan xwe neveşartibe yan ew bi xwe nebûbin sebeba wê dernesînorkirinê.

Ev lêkolîn herweha pêşniyazine din jî dike. Ji wan ku qanûn di vî warî de zelatir bin. Herweha daîre û dadgehên peywendîdar bêtir li ser briyara mafê îqameyê rabiwestin. Bi taybetî demê tê zanîn ku di wan haletan de dersînorkirin dê dijwar be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".