Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Vilhelm Stokstad/TT

Stefan Löfven êrişa New Yorkê bi ya Stockholmê şibihand

1:33 min

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven êrişa duhî ya New Yorkê rûda şibihand bi wê êrişa îsal li Stockholmê çêbibû.

Doh li New Yorkê kesekî bi seyareyekê êriş bire ser rêyeke bisiklêt û mirovan. Di encamê de heşt kes hatin kuştin û kêm tişt sêzde birîndar bûn.

Stefan Löfven îro ji beşê nûçeyan yê Radyoya swêdê re got ku, ew vê êrişê tirsonek dibîne û li ber wê şasmayî dimîne. 

Wî di gotina xwe de îşaret kir ser wê ku civata navnteteweyî her ji terorîzmê bihêztir e. Herweha diyar kir ku mirov nikare garantiya neçêbûna vî rengê bûyeran bide.

Löfven soz da ku ew wekî hikûmet, dê her tiştê ji dest wan tê, ji bo parastina xelkî li hember van core kiryaran bikin.

Kesê 29-salî yê ku bi vê kiryarê rabûye ji Uzbekistanê ye. Li gor serokbajêrê New Yorkê Andrew Cuomo ew di sala 2010 de, bi awayekê legal çûye Emrîka û li wê derê ketiye nav îslamîstên şîdetxwaz.

Kesekê uzbekistanî îsal li Drottningsgatan li navenda Stockholmê êrişeke bi eynî şiklî kiribû. Ew jî bi awayek legal hatibû Swêdê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".