.
Wêne: JESSICA GOW / TT

Dibe ku alîkariya asîstanên bihezaran kêm bibe

1:26 min

Kaseya temînê hikûmet agahdar kir ku bi hezaran kesên kêmendam dikarin, ji ber biryareke nû, beşekê pereyê asîstanên xwe ji dest bidin.

Li gor vê biryara nû ya dadgehê saetên amadekirin, planekirin û çaverêkirinê wekî pêwîstî nahên hisêb kirin. Ev jî tê wê manayê eger, wekî nimûne, asîstan li gel kêmendamekî biçe civînekê, ew wextê çaverêkirin û li bendêmana asîstanî dê bê pere be.

Niha çendîn rêxistin daxwaza guhorandina qanûnê dikin. Lars Ohly serokê rêxistina mafê funksiyonê ya Swêdê (Funktionsrätt Severige) dibêje ku ev agahdariya Kaseya temînê (Försäkrinskassan) diyar dike ka rewş çi qa ciddî ye.

Kesên ku pêdivî bi alîkariyê heye ji bo ku bi pêwîstiyên xwe yên bingehîn yên jiyanê rabibin, heqê alîkariyê bo hebûna asîstanan heye. Yên ku di hundirê hefteyekê de pêwîstî bi alîkariya bêtir ji 20 seatan hebe, ew wê ji dewletê distînin, yên din ji şaredariyê.

Niha dora 15 000 kesan wê alîkariyê ji dewletê werdigirin. Dadgeha bilind ya birêvebirinê di meha şeş ya îsal de biryarek derheqê alîkariya asîstaniyê bo kêmendaman derxist.

Eger kaseya temînê wê biryarê bicî bîne, dê ew bibe egera ku bihezran kes, beşekê wan alîkariyan ji dest bidin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".