.
Wêne: Kicki Nilsson/TT

Alîgiriyra Moderatan di zêdebûnê de ye

1:06 min

Rapirsiya meha oktober, ya SVT/Novus ya wergirtina raya xelkî derbarê partiyan, diyar dike ku alîgiriya ji bo Moderatan di zêdebûnê de ye.

Li gor vê rapirsiyê, eger îro hilbijartin bûya, dê sedî 20,6 dengê xwe bidaya Moderatan. Di hevberkirinê de li gel rapirsiya pêş vê, alîgiriya Moderatan di nav xelkî de, bi qasî sedî 4,4 zêde bûye.

Herweha di rapirsiya SIFO de jî, ya ku Radyoya Swêdê roja şembiyê belav kiribû, zêdebûnek bi qasî 3,2 hatibû berçav kirin.

Li hember vê zêdebûna dengderên Moderatan, kêmbûna alîgiriyê di nav xelkê de ji bo partiyên din di vê rapirsiyê tê dîtin. Wek nimûne Liberal sedî 1,6 û partiya navendê sedî 1,7 kêm dibin.

Heta partiya demokratên Swêdê (SD) jî sedî 1,3 ji dengderên xwe ji dest dide. Dengderên partiya jîngehê jî sedî 0,3 kêm dibin û partiya Kristdemokratan dikeve bin berbesta ketina nav parlemanê ku sedî 4.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".