Dalkurds tränare Andreas Brännström och Syrianskas flagga
Wêne: Ulf Palm/TT, SR.

Meşqkerê Dalkurdê bi buhtanê tê tohmet bar kirin

1:25 min

Tîma fotbolê,Syrianska FC gilînameyek li ser meşiqkerê anku rahînerê tîma Dalkurdê, Andreas Brännström da polîsî û Federasyona Fotbolê ya Swêdî.

Syrianska, di vê nûçeya ku wan di malpera xwe de weşandiye, diyar dike ku ew di gilînameya xwe de Brännströmî bi gotina buhtanan li hember Syrianska tohmet bar dike.

Meşiqkerê Dalkurdê Andreas Brännström taxima Syrianska bi wê tohmet bar kiribû ku ew bi awayekê nelegal û sîstematîk destkariyê di birêveçûna lîstikan û encamên wan de de dikin. Wî di medyayê û medyaya civakî de taxima Syrianska bi navenda destkariyên nelegal yên di maçên fotbolê de bi nav kiribû.

Andreas ji P4 ya Dalarna dibêje ku tiştek weha di qanûnê de nîne ku mirov kesekî bi wê tohmet bar bike ku wî buhtan li komeleyekê kiriye. Mirovekê ku buhtanê li ser mirovekî bike dikare bêt tohmet bar kirin.

Wî ew jî eşkere kir ku wî di vî pirsê de peywendî bi polîsî kiriye û di van du sê salên derbasbûyî de lêkolîn li ser vê çendê hatine kirin. Ew dibêje ew ji wan gotinên xwe yên weşandine ne poşman e.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".