Man i kostym.
Martin Kinnunen, parlemanterê Demokratên Swêdê (SD). Arkivbild. Wêne: Jessica Gow/TT

Rexne li sefera endamên Demokratên Swêdê bo Sûriyê tê kirin

1:13 min

Du parlemanterên partiya Demokratên Swêdê (SD) li ser daxwaza hikûmeta sûrî, di seredanekê de li wî welatê di nava şerî de ne.

Li gor nivîsareke ajanseke sûrî ya nûçeyan wan herduyan daxwaza lêborînê ji Sûriyê, li ser helwîsta hikûmeta swêdî ya bêterf derbarê Sûriyê kiriye.

Yek ji wan herdu parlementeran Markus Wiechel e ji Norrköpingê. Ew ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje ku axiftinên wan bi şaşî hatine guhertin.

Parlementerê duyê ku di vê seferê de ye Martin Kinnunen  bo Radyoya Swêdê diyar dike ku ew gotinên wan şas hatine neqil kirin.

Hikûmeta Swêdê rexne li sefera van hedru endamên Demokratên Swêdê (SD) kir û diyar dike ku ev sefera wan dikare ji bo propagendeyê bihê bi kar anîn.

Sekretera civata wezîran Annika Söder ji rojnameya Aftonbladetê re dibêje ku wan herduyan berî sefera xwe peywendî bi wezareta karûbarên derve kiriye û şîret li wan hatiye kirin ku wê seferê nekin.

Heta rexneya Moderatan jî li ser vê sefera van herduyan heye. Peyivdara siyaseta derve ya Moderatan Karin Enström vê bi neminasib bi nav dike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".