.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Planeke sernaserî li dijî gendeliyê pêwîst e

2:16 min

Problema gendeliyê di sektora giştî de berdewame û vê pêdivî bi tedbîr û rêçareyan heye.

Seroka tora giştî ya şefafiyeta navneteweyî (Transparency international) li Swêdê Ulla Andrén dibêje ku divê em li hember gendeliyê çalaktir bixebitin.

Swêd li ser astê chanî ne weha xerab e, lê gendelî di nava sektora giştî ya resmî de kêm nebûye. Ev jî bi dîtina şefafiyeta navneteweyî ne dilxweşker e.

Ulla Andrén li ser encamên gndeliyê radiweste û diyar dike ku ew bandoreke xerab li ser baweriya di nav civakê de dike û ev bi êş e. Bi nerîna wê hertim ewên di rewşa herî xerab de ne û bê tesîr in, rastî derdeseriyên gendeliyê dibin.

Şefafiyeta navneteweyî pêşniyaz dike ku hikûmet li Swêdê planeke sernaserî li dijî gendeliyê deyne, ku rêkar ji bo bicîanîna wê, hindî di îmkanê de ye, bên hêsan kirin. Herweha birêveberiyên  şîrket û daîreyên resmî bi awayekê berdewam li dijî gendeliyê kar bikin.

Mirovekê gendel dikare li dewletên yekgirtî yên Amerîkayê bi milyardan bihê ceza kirin, lê li Swêdê cezaya herî zêde li ser gendeliyê deh milyon in.

Ulla Andrén pêşniyaz dike ku dadgeh û tevaya sîstema dadweriyê li hember vê pirsgirêkê ciddîtir be. Herweha rêberên daîre û şîrketan sînorên di navbera tiştê giştî û şexsî zelal bikin.

Bi dîtina wê dawetkirna kesekî bo xwarinekê di xwe de ne gendliî ye, lê dikare bibe gendelî eger mirovî mebest jê hebe û bi şêweyekê neminasib be.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".