Ella Bohlin
Ella Bohlin(KD), endama birêvebriya wîlayeta Stockholmê ya karûbarên zarok û kalan. Wêne: Per Stahre/Sveriges Radio

Kesên alîkar ji bo Jinên ducanî pêwîst in

1:26 min

Meclîsa wîlayeta Stockholmê dixwaze kes ji bo alîkariya jinên ducanî bên berdest kirin.

Li gor vê biryara desteya lênerîna leşsaxî û nexweşan (hälso-och sjukvårdsnämnden)  dê jinên di haletê ducanî û di demê zarokbûnê de mafê hebûna kesekê alîkar hebe.

Ella Bohlin (KD), endama birêvebriya wîlayeta Stockholmê ya karûbarên zarok û kalan, bi wê bawerê ye ku ev gaveke ber pêş de ye. Ew bi vê gavê re alîkariyê pêşkêşî wan jinan dikin yên ku di demê ducanî û zarokbûnê de pêwîstî pê heye. Ew dibêje ku ev kesên alîkar dê kesên ji bo vî karî perwerdekirî bin.

Bohlin herweha radigehîne ku ev ketiye nav budceya 2018 de, lê ji ber hinek hûrgiliyan dikare dest bikarbûna wê di naverasta 2018 de be.

Ew bawer dike ku ev dê bibe sebeba ku tirsa jinên ducanî di demê zarokbûnê de kêm bibe. Li gor wê tirsa ji zarokbûnê li cem jinan di sala 2010 de sedî şeş bû û parsal bibû sedî heşt û ev zêdbûn, bêtir ji derverên din yên Swêdê, li Stockholmê berdewam e.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista