Vägmärken
Ev in herdu nîşanên nû. Wêne: Transportstyrelsen

Du nîşanên nû yên trafîkê derkeftine

0:57 min

Dê di demekê nêzîk de du nîşanên nû yên trafîkê li ser rêyan hên dîtin.

Yek ji bo hişyarkirinê ye li ser wê ku bela dikare li rêyê çê be û ya din jî nîşan e li ser ciyê rawestandina seyareyên bi karawan (husbil).

Li gor Niclas Nilsson ji daîreya veguhastinê (transportstyrelsen) pirsa pêdivîbûnê bi nîşanên nû yên wekî ya hişyarkirinê li ser belayê berî qewimîna wê, berî çend salan hatiye pêş.

Ew diyar dike ku bikaranîna seyareyên bi karawan zêde bûye û pêdivî bi destnîşankirina ciyê wan heye.

Bi gotina Nilssonî ev nîşana ciyê rawestandina wan core seyareyan çend welatan bi kar anîye û Swêdê jî îstîfade ji tecrubeya wan kir. Dê ev herdu nîşan ji yekê meha duwazde ya îsal li kar bin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".