Finansminister Magdalena Andersson (S), och en bild från Caymanöarna, ett av skatteparadisen där stora summor, lagligt göms undan för att undgå skatt.
Wezîra darayî Magdalena Andersson (S), û wêneyek ji giravên Cayman, li wir pereyekê mezin bi awayekê legal tê veşartin, ji bo xwevedizînê ji bacedanê. Wêne: Alexander Larsson Vierth / TT, AP/TT

Wezîra darayî ji pirsa bacenedanê hêrs dibe

2:08 min

Gelek dewlemend pereyên xwe dibin derveyî welatên xwe û pê kar dikin, ji bo ku bacê li ser nedin.

Bi milyonan kexez û belgeyên vê dawiyê belav bûne eşkere dikin ku 2000 swêdî jî di nav de ne.

Ji wan dokomentên ji buroya pirsên hiqûqî ya cîhanî Appleby derketine û ketine nav destê rojanemvan û ajansên nûçeyan, diyar dibe ka çawa kesên nas û dewlemend li gelek welatên cîhanê hewil didin bacê nedin yan kêm bidin.

Her çi qas awayê planekirinê yê şexsî ya bacedanê dikare qanûnî be jî, lê vê zanyariyê wezîra darayî Magdalena Andersson hêrs kir.

- Ev qet nayê qebûl kirin ku elîteke darayî ya cîhanî wesa hizir dike ew bi ser sîstema bacê de ye û bi hemî hêza xwe xebatê dike ji bo ku bacê nede. Xeteriya vî tiştî li ser civaka me heye, ji ber ku ew, wê baweriya civaka me li ser hatiye ava kirin ji esaî xerab dike.

Programa Uppdrag Granskning lêkolîn li ser awayê bacedana serokê odeya bazirganî ya swêdî Leif Östing li Maltayê kir û ka ew çawa hewil dide bi vî rengî kêm bacê bide.

Parsal kaxezên li ser pirsgirêka Panama ya xwevedizînê ji bacedanê gelek sextekariyên di wî warî de eşkere kirbûn. Daîreya Bacê li Swêdê wê demê biryar derbarê sextekariyên bi qasî 200 milyon kronan di wê pirsgirêke de dabûn.

Koordînatora navneteweyî li Daîreya Bacê Margareta Nyström diyar dike ku ev eşkerekirin ji bo wan çaverêkirî bûn.

Ew dibêje ku wan hevkariyeke baş li ser asta navneteweyî heye û zanyarî berî niha li ser vê pirsê gehîştine dest wan. Bi gotina wê, wan yekser dest bi karkirinê li ser van zanyariyên nû derheqê bacenedanê kiriye.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".