Dr.Nemam Ghafouri, Joint Help for Kurdistan
Wêne: Privat
Nemam Ghafouri, pizîşk li kampa Bajed Kandal:

”Bandoreke mezin li warê yarmetiyê bûye”

6:10 min

Piştî qedexeya çûnûhatina balefirên navneteweyî bo herêma başûrê Kurdistanê û rewşa siyasî ya herêmê bandoreke mezin li karê yarmetiya penaberan bû.

Nemam Ghafouri, pizîşk e ji Swêdê û li gel rêxistina Joint help for Kuridstan di çendîn salan de yarmetiya penaberên di kampan de dike.

Nemam Ghafouri nuha li başûrê Kurdistanê asê maye ji ber qedexeya çûnûhatina balefiran bo balefirgeha Hewlêr û Suleymaniyê dibêje ku hem ser sînorê Turkiyê û hem jî li Bagdadê wê aciziyan ji bo kesên çalak wekî wê saz bikin.

Nexweşên wê li kampa Bajed Kandal li derdora bajarê Duhokê, piraniya wan penaberên êzîdî ne. Ew nuha bi pêwîstiya yarmetiyeke bêhtirin ji ber ew rêxistinên navneteweyî ku berê gelekî di herêmê de çalak bûn nuha kêmtir di nav kampan de kar dikin û barê rêxistinên biçûktir wekî Joint help for Kurdistan girantir bûye.

Piştî giştpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê li dar ket, hikûmeta navendî ya Bagdadê qedexe danî ser çûnûhatina balefirgehên herêma Kurdistanê. Û wê demê jî gotin ku ev qedexe ne ji bo barên yarmetiya mirovî ne lê diyar e her dîsan xwedî bandoreke bi lez bû li ser vî warî.

Derbarê rewşa yarmetiya mirovî di herêma Kurdistanê de me peywendî bi çendîn rêxistinên mezin re danî. Yek ji wan rêxistina Pizîşkên bê sînor e:

Karin Ekholm ji rêxistina Läkare utan gränser, pizîşkên bê sînor, li Hewlêrê kar kiriye û ew dibêje:

Eger rewşa nearam ya herêmê berdewam be wê demê em bawer in ku wê piştî tenê çend heftiyan karê yarmetiyê bi hêz bi sînor bibe.

Herweha Dezgeha taybet ji bo parastina civakê û amadeyiyê, MSB, mecbûr bûn yek ji projeyên xwe ku bi hevkarî bû li gel hikûmeta herêma Kurdistanê di herêmê de, rawestînin, li gor Sandra Buijusse, birêvebira projeyê:

-Piştî qedexeya çûnûhatina balefiran me biriyar da ku em projeyê rawestînin ji ber wê terkkirina karmendên me yên pizîşkî di herêmê de û vegera wan bo malê bizehmetir bûbaya.

Rêxistina xaça sor jî dibêje ku qedexeya ser balefirgehên herêma Kurdistanê xwedî bandoreke demdirêj e lê ta nuha ew wekî berê bi karê xwe ve berdewam in.

Îro roj dora 1,8 milyon penaber di herêma başûrê Kurdistanê de hene, piraniya wan penaberên navxweyî ne yên ji ber şer ji malên xwe reviyane. Gelek ji wan bi pêwîstiya lênerîna taybetî ne, li gor pizîşk Nemam Ghafouri, wekî nimûne ew keç û jinên êzîdî yên ji destê rêxistina terorîstî ya bi navê Daesh rizgar bûne

Nemam Ghafouri:

 Ji bilî pêwîstiya bi hebûna karmendên pispor li cih nebûna dermanan jî astengiyeke mezin e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".