Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Jessica Gow/TT
Guhdar bike
(1:28 min)

Rojnamevaneke Radyoya Swêdê bi desthavêtina cinsî tohmetbar e

Hat weşandin måndag 6 november 2017 kl 15.26

Rojnameya Expressen eşkere kir ku pêşkêşkereke navdar ya programên Radyoya Swêd bi destdirêjiyên seksî ji aliyê hevkarên xwe ve hatiye tohmet bar kirin û loma ji kar hatiye dûrxistin.

Radyoya Swêdê, bê behiskirina teferuatên vê pirsê lêkolîneke navxweyî di vî warî de vekiriye.

Peyivdarê Radyoya Swêdê Claes Bertilson vê sibê diyar kir ku ew nikare behsa hûrgiliyên vê pirsgirêkê bike û çi şîroveyên wî li ser zanyariyên di masmedyayê de belav bûne nîn in.

Bi gotina Claes Bertilsonê birêveberiya radyoyê, berî sê hefteyan, li ser gazindeyên hevkarên wê pêşkêşkera programê, dest bi lêkolîneke xwe ya navxweyî kiriye.

Li gor rojnameya Expressen karmendên wî beşê Radyoya Swêdê, berî çend salan li cem birêvebrên xwe, şikyat ji reftarên neminasib yên wê programpêşkêşkerê kiriye. Lê çi gav derbarê wê çendê nehatin havêtin.

Li gor rojnameyê kampanyaya #MeToo ya li dijî destdirêjkariyên cinsî, ya vê dawiyê dest pê kirî, bûye egera ku êdî ev reftar nemînin nixamtî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".