.
Wêne: CHRISTINE OLSSON / TT
Pêşniyaza lêkolîna hikûmetî:

Kesê xanî bi reşî kirê bike kare têkeve zindanê

4:58 min

Îro lêkolîna hikûmetî ya derbarê çareyên nû li dijî bazara peymanên reş yên xaniyên bikirê têne pêşkêş kirin.

Di rojnameya Dagens Nyheter de îro aliyên cuda ji bazara xaniyan yên tevlî vê lêkolînê bûne dinivîsin ku kirîna peymanên bi reşî gerek bêne tawanbar kirin.

Marie Linder, seroka yekîtiya komeleya kirêdaran, Hyresgästföreningen, dibêje çareyên bihêz ji bo rawestandina bazara xaniyan ya reş pêwîstin.

-Em giring dibînin ku xaniyê bi kirê xaniyek be ji bo herkesî be bêyî ku pere tevlî pirsê bibin. Di halê hazir de bazara reş bi awayekî bi pêş ve çûye ku êdî çareyên din ji wê re pêwît in. Di vê bazara de istîfade ji xelkê dibe. Marie Linder dibêje ya herî giring nuha ku aparteman bi kirêyên maqûl bêne avakirin, û ku ev xanî bi rêya dora xaniyan dakevin bazarê.

Li gor qanûnê îro firotina peymanên xaniyan bi reşî tawan e, lê ne kirîna peymanên bi reşî. Ev lêkolîna îro têne pêşkêşkirin pêşniyaz dike ku hem kirîna van peymanan jî divê bêne tawanbar kirin, ew kesa kare yan cezeyan bide yan jî ta du salan hukimê zindanê werbigire.

Eger derbarê tawaneke giran be wê demê cezeya wê kare ta çar salan jî dirêj be.

Lê her ji bo kesê ku van peymanan difiroşe jî cezeyên bihêztir têne pêşniyaz kirin, îro ew karin bêne ceze kirin yan ta şeş heyva di zindanê bin û pêşniyaza nû dibêje ew karin ta du salan yan çar salan, eger tawan giran be, cezeya zindanê werbigirin.

Bahoz Abdalla yê 23 salî xwedî xibret e ji aliyê bazara xaniyan ve li Stockholmê. Ew tawanbarkirina kirêkirina bi reşî pêşniyazeke ne di cî de dibîne ji ber rewşa bazarê xelkê mecbûr dike.

Yek ji çareyan li gor Bahoz Abdalla kare ava kirina xaniyên bêhtir be ji bo sivikirina dorên xaniyan.

Xalên din di vê lêkolînê de şidandina qaydeyan e ji bo kirêdaran e. Li gor pêşniyaza lêkolînê divê ew kes nikaribe xaniyê xwe biguhere eger xwediyê xanî şika tevlîbûna pereyên reş bike.

Pêşniyazeke din derbarê kirêdana bi destê duyan e, ev lêkolîn dixwaze sînorek ji bo kirêya bi destê duyan re bêne danîn.

Ew kesê xaniyê xwe ji bo bazarê bikar tîne û ne ji bo ku tê de bijî dê bi cezeyan yan bi hukimê zindanê bêne hukim kirin.   

-Marie Linder dibêje em zanin mirovin hene qezenca aborî ji rewşa kesên bi hacet dibînin, ew kesê bi pêwîstiya xaniyekî ne. û em zanin jî ku xelk mecbûrî kirêyên zêde bilind dibin. Ji ber vê yekê em şidandina qaydeyan giring dibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".