Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Sukran Kavak.
Sukran Kavak. Wêne: Radyoya Swêdê.

Sukran Kavak ji bo xelata mezin ya rojnamevaniye hate namzed kirin

2:39 min

Rojnamevana kurd û swêdî Sukran Kavak îro di beşê ”vebêja vê salê” de ji bo xelata mezin ya rojnamevaniyê, Stora Journalistpriset, hate namzed kirin.

Rojnamevana kurd û swêdî Sukran Kavak îro di beşê ”vebêja vê salê” de ji bo xelata mezin ya rojnamevaniyê hate namzed kirin.

Sukran Kavak ji ber bername ya xwe ya Tendens ya belgeyî ya Radyoya Swêdê derbarê zarokên tercumaniyê ji dêûbavên xwe re dikin hate namzed kirin.

Bernameya ku bi formatê belgyî yê kurt e û bi navê ”Jag tolkar åt pappa” (Ji bavê xwe re tercumaniyê dikim) û herweha beşê duem yê bernameyê yê bi navê ”Barnen som tolkar” (Zarokên tercumaniyê dikin) derbarê zarokên ji malbatên biyanî ne û yên mecbûr dibin ji dêûbavê xwe re bibin tercuman.

Sukran Kavak ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje ku ew îro gelekî kêfxweş û serbilind e. Ew bi taybetî vê bernameyê nêzîkî dilê xwe dibîne ji ber xwe gelek caran di ciyê van zarokan dibîne. Ew dibêje:

Ji bo min giring bû ez dengê van zarokan di civakê de belav bikim.

Xelata mezin ya rojnamevaniyê, Stora Journalistpriset, hêjatirîn xelata warê rojnamevaniyê ye li Swêdê û di 23 heyva yazdan, november, de xelatgir têne eşkere kirin.

Bi tevahî 21 rojnamevan di çar beşên cuda de hatine nazed kirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".