.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Şewatek mezin li navenda Stockholmê çêbû

0:48 min

Sibeha îro agir berbû avahiyekî li navenda Stockholmê li nêzîkî Stureplan.

Şewat heta piştî nîvro jî berdewam bû û tirsa wê heye ku avahî, ji ber şewata çend seatan biherife.

Herweha ji tirsa pêtên agirî yên ketine xaniyên dewrûberan û ji ber xeteriya herifina wî avhaî, tîmên xilasirinê, piştî seat yazde, avahiyên li kêlekê vala kirin. Du kes ji ber hilmêtina dûkelî hatine rakirin bo nexweşxaneyê.

Ev şewat bû egera ku çend cadeyên nêzîkî ciyê bûyerê bên girtin. Herweha kar kire ser hatin û çûn û gîrokirina trafîkê.

Tê texmîn kirin ku têmên agirkujîyê vê êvarê û îşev jî li ser agirvemirandinê berdewam bin. Hîn ne diyar e ka sebebên agirberbûnê çi ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".