Aryen TV
Aryen TV îsal, meha tîrmehê dest bi weşana xwe kir.
Aryen TV

Polîs vê sibê avête ser Aryen TV

4:51 min

Îro bi fecera sibê re polîs avête ser avahiya kanala televîzyonê ya kurdî Aryen TV a Stockholmê. Polîs dibêje sebeb gumana sûcê aboriyê ye, lê xebatkar tevgera tund a polîs rexne dikin.

Berdevkê polîs Niklas Ahlgren dibêje sebeb gumana sûcên aborî ye û kesek jî hatiye binçav kirin.

"Belê, îro polîs avêtiye ser ciyekî kar û malekê. Sûcên giran ku guman jê tê kirin deftergirtin, ango mihasebe û şûştina pereyên reş e. Gilî ji aliyê Daîreya Bacê (Skatteverket) ve hatiye kirin ku li hesabê Weqfa Kurdisk Media nêriye. Û di vê bûyerê de kesekî girêdayî vê weqfê hatiye binçav kirin".

Ev gotinên Niklas Ahlgren in ku li beşê sûcên aboriyê (Ekobrottpolisen) berdevkê çapemeniyê ye.

Hunermend Armanc ku yek ji xebatkarên Aryen TV ye gazindar e ku polîs tund tevgeriyaye û tu agahî nedane xebatkarên li cihê bûyerê.

Xebatkarên Aryen TV herwiha radigihînin ku hejmara polîsên ku saet 5ê sibihê avêtine ser kanalê bilind bûye û helwesta wan tund bûye. Niklas Ahlgren dibêje biryara bê çend polîs beşdar bibin li gor pêwistiyê hatiye girtin. Kompûter û kase jî ji bo lêkolîn û ewleyiya delîlan hatine desteser kirin.

Aryen TV kanaleke kurdî ye ku bi taybetî berê xwe dide Iran û Rojhilatê Kurdistanê. Lokalên li Stockholmê ku weşan  jê  têne kirin heta berya çend mehan jî ciyê Newroz TV bû ku ji aliyê Eutelsatê ve weşana wê hatibû rawestandin. 

Niklas Ahlgren dibêje ev sûcên ku guman tê kirin di navbera salên 2013-2015ê de hatine  kirin, yanî di dema Newroz TV de bûne, lê dibêje ew nizanin bê Daîreya Bacê behsa çiqas pere dike.

Bi avêtina polîs a ser kanalê re weşanên Aryen TV îro çend saetan rawestiyan, lê paşê dîsa karîbû weşana xwe bidomîne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".