.
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT
Sîstema Patriot

Swêd sîstema parastina esmanî ya amerîkî dikire

2:02 min

Hikûmeta Swêdê dixwaze sîstema bergiriya esmanî ya amerîkî Patriot, ji bo bihêzkirina bergiriya Swêdê bikire.

Doh wezîrê bergiriyê Peter Hultqvist komîsyona bergiriyê li parlemanê bi biryara hikûmetê ya kirîna sîstema Patriot agehdar kir. Hikûmet dê peywendiyê li gel aliyê amerîkî deyne û bazarê li ser kirîna wê sîstema bergiryê bike.

Di grûpa bergiriyê de bi Sosyaldemokratan re, Partiya Jîngehê (Mp), Moderat(M) û Partiya Navendê (C) jî hene û ew jî bi vê biryara hikûmetê re ne.

Peyivdarê bergiriyê yê Moderatan Hans Wallmark diyar dike ku ya giring bo Moderatan ew e ku bergirî bihêz bibe.

Buhaya kirîna vê sîstema bergiriyê bi milyarên kronan tê texmîn kirin, lê wezîrê bergiriyê doh nexwest eşkere bike bê ka buhaya vê kirînê dê çend be.

Hultqvist got ku ew naxwaze niha li ser qîmeta kirîna wan biaxive, lê ew piştî timambûna bazarkirinê dê diyar bikin ka buhaya wan çi qas e.

Lê behsa 10 heta 12 milyar kronan tê kirin. Bi gotina Mats Eriksson taybetmendê pirsên bergiriyê di Radyoya Swêdê de, ev sîstemeke gelek giran e û buhaya wan dikare gelek zêdetir be.

Ev ne bes mezintirîn kirîna çekî ye ji aliyê Swêdê ve, lê ew herweha bi dîtina Mats Erikssonî bêtir xwenêzîkkirin e ji dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û sîstema herêmê ya bergiriyê.

Yanî, bi kirîna vê sîstema berfireh re Swêd bêyî ku bibe endamê NATO gelekî nêzîk dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".